Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Desteya Cîhada Islamî ya Felestînî nerazîbuna xwe li ser helbijartinên 9 meha yêk yên serokayetiyê dyar diket - 2004-12-02


Desteya tundrê ya Felestînî binavê Cîhada Islamî dibêjit ya rijdiyê li piştevanên xwe diket ku pişikdariyê di helbijartinên serokayetiya Felestînî da neken.

Li demê ku iro li Kerta Xezze di axift, peyvdarê desteya Cîhad got ew deste piştevaniya çi ji wan her 10 berbijaran naket yên ku bizavê diken cihê Yasser Arafatî bigirin bo serokatiya desthelatdariya Felestînî.

Cîhada Islamê desteya duêye ku nerazîbuna xwe li ser helbijartinên 9 meha yêk dyar kirye.

Li roja çarşembî, Komela Hemas ragehandibu ku pişikdarî helbijartina nabit. Herdu komel daxaza jinav birina Isrealê diken, û rêkeftina Oslo ya sala 1993 ligel Israelê ret diken ku bû egerê damezrandina desthelatdariya Felestînî.

Herdu komel hêrişên bikuj yên li dijî Israelê li van çar salên borî bi stoyê xweve girêdane.

XS
SM
MD
LG