Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Ferensa û Elmanya piştevaniya xwe dyar kirineve jibo pêşnyaza endametiya Turkyayê di yêketiya Ewrupa da - 2004-12-02


Rêberên Ferensa û Elmanya piştevaniya xwe dyar kirineve jibo pêşnyaza endametiya Turkyayê di yêketiya Ewrupa da, lê gotin danûstandin li ser endametiyê dê dirêj bin û çêdibit 10 heta 15 salan bikêşit.

Şîretvanê Elmanî Gerhard Schroeder û serkê Ferensî yê mêhvan Jaques Chirac piştî kombunê li bajarê Luebeck yê bakura Elmanya bo rojnamevana axiftin .

Rêzdar Schroeder boçuna xwe ragehand ku ew yêketiye û Turkya divêt danustandinê li ser endametiya bitemamî û nekêmtir ya Ankara biken, û daxazên hindek Ewrupiyên parêzyar ret kir da endametiyeka kêmtir bidene Turkya.

Dihête çaverêkirin ku rêberên Yêketiya Ewrupî piştevaniya danustandinên endametiyê ligel Turkya li kombuna bilind ya nîva meha 12 biken.

Bi aliyekê dîve, rêzdar Chirac got ew û rêzdar Schroeder piştevaniya hewlên navnetewey diken bo peydakirina çarekê bo giriftên helbijartinê li Okranya.

XS
SM
MD
LG