Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balwêzê Emerîka li Afghanistanê ji şerkerêt ser bi rejêma berê ya Taliban  xast xwe bidene dest hikumetê. - 2004-12-02


Balwêzê Emerîka li Afghanistanê ji şerkerêt ser bi rejêma berê ya Taliban li wî welatî xast li duîv biryareka lêxweşbunê ya hikumetê xwe bidene dest.

Iro balwêz Zelmay Xelîl Zad gote rojnamevana ku hêzêt Emerîkî dê rêzê li soza serokê Afghanî Hamid Karzay girin ku soz daye li wan şerkaran xwebit yêt ku xwe bidene dest.

Lê herwesa got biryara lêxweşbunê ji wan kesa naket yêt ku li duîv gotina wî tawankarî dijî gelê Afghanistanê kirye. Rêzdar Xelîl Zad bi diristî negot kî li ber wê lêxweşbunê nakevit.

Lê gelek we bawer diken ku mebest rêberêt bilind yêt Taliban û tora el-Qa'îdene. Balwêzê Emerîkî dibêjit serkeftina helbijartinêt serokatiyê li Afghanistanê li heyva 10 çirya yêkê bo şerkarêt Taliban dyar biken ku gelê Afghanistanê hemî piştevaniya hikumeta nuî diken.

XS
SM
MD
LG