Lînkên eksesibilîtî

Paşmayêt Taliban gefa diket ku li wextê sund xarina serokê Efghanî dê hêrişa ken - 2004-12-06


Paşmayêt Taliban gefa diket ku dê di wextê sund xarina serokê Efghanî da Karzay li roja sêşembî hêrişa ken. Û leşkirê Emerîkî dibêjit ew yê amadeye bo parastina rê û resmêt sund xarina serokatiyê.

Karubarêt sund xarinê dê li mala rêzdar karzay li Kabulê hêne kirin ku weku qesrekêye û cêgirê serokê Emerîkî Dik Çênî û wezîrê berevaniyê Donald Ramisfîld digel çend kesêt dî pişikdariyê têda ken.

Hêzêt bi rêberiya Emerîka rejêma Taliban li dumahiya sala 2001 laday jiber ku daxaza Emerîkî cê bicê nekir li ser teslîm kirina rêberên el qaîde yêk ji wan Osame bin Ladin.

Rêberêt Taliban gotiye ku ew dê bizavê ket bo têk dana rê u resmêt sund xarinê.

Leşkirê Emerîkî dibêjit dê hêzêt peyade û hêzêt hewaî bi rêberiya Emerîka û hêzêt aştî parêzêt bi rêberiya NATO dê di amade bin bo bersiveka bi lez û demudest beramberî hergefeka milîtana.

XS
SM
MD
LG