Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Perlemanê Okranî bi piranîya denga hejmareka guhorînkarîyan di desturê welatî da û di qanunên helbijartina da li welatî qebul kir - 2004-12-08


Perlemanê Okranî bi piranîya denga hejmareka biryaran qebul kir yên ku dê guhorîn karîyan di desturê welatî û qanunên helbijartina da ket weku bizavek bo çareserkirina jêknegirtinên li ser helbijartina.

402 qanun danerên perlemanê 450 endamî îro çarşembî deng dan da pêşveçon di wan babetan da çêbit. Ew babet ji guhorînkarîyan di desturê Okranî da digire ku ji layê serokê li ser çonê Leonid Kuchma ve hate daxaz kirin û her wesa guhorîn karî di qanunên helbijartina da ku ji alîyê rikeberanve hatîye daxaz kirin.

Mebesta guhorînkarîyan di qanunên helbijartina da bo hindê ye da find û fêlên wekî yên li helbijartinên meha borî hatine kirin dubare nebineve. Biryare helbijartineka nuî li 26 vê mehê bihête encam dan.

Herwesa qanun daner qayil bun hindek guhorînkarî di desturê Okranî da bihête kirin ku armanca wê ewe hindek desthelata serokî bidete perlemanî.

Li heman dem, karbidestên NATO dibêjin hevalbendîya leşkerî kombunên bilind ligel Okranya ragirte heta ku wekî NATO dibêjitê "hikumeteka nuî û ya şer’î" li Kêv dihête damezrandin.

XS
SM
MD
LG