Karbidestekê mezin yê Surî dibêjit Israel berpirsyare beramberî peqandina otombêlekê îro li Dîmeşqê ku sê kes biryndar bun. Wezîrê navxwe Xazî Ken'an got an destgeha agehîyêt Israelî Musad an jî komeleka hevkar digel ew otumbêla hevwelatîyekê Felestînî kiribû armanc. wezîrî got çi zyan negehîştine wî kesî û malbata wî çunkî berî peqîna otumbêlê ew derkeftibun. Karbidestêt Surî hêrişa iro piştî nîvro bi kiryareka xirapkarî da zanîn. Polîsa zuî bi zuî ew otumbêl li wêrê rakir. Li meha neh endamekê mezin yê komela Hemas hatibu kuştin demê bombekê otombêla wî peqandî, ewjî her li dîmeşqêbû û karbidesta Israel berpirsyar kir.