Lînkên eksesibilîtî

Serok Bushî hûşdarî da cîranên Iraqê - 2004-12-15


Serok George Bushî li roja Çarşembî hûşdarîyeke nû da welatên hevsînorên Iraqê, bi taybet Îran u Sûrîyê, ku ew mayê xwe di karûbarên Iraqê da neken.

Serokî ew hûşdarî şand bi çend se’etan piştî ku karbidestekî Iraqî gotî ku dewleta Îranê neyara serekî ya Iraqê ye.

Serok Bushî li dû civîna xwe digel Serokwezîrê Îtalyayê Silvio Berlosconi li Qesra Spî bersivên pirsîyarên rojnamevanan dan.

Wek bersiv ji bo pirsîyareke li ser gazindeyên karbidestên Iraqê ji Sûrîyê u Îranê, Birêz Bushî got, “Me ji bo welatên li wê deverê rohn u xuya kirîye -- ew her dû welatên ku te binav kirîn jî dinav wan da ne -- ku ew alîkar bibin ji bo avakirina civakekê ku têda xelk bikarît ku rêberên xwe hilbijêrît. U em li jivanê wan în ku ew digel hikûmeta demî ya Iraqê kar biken u tixûban zeft biken u hatinûçûna mirov u pareyan bo alîkarîya wan terorîstan rawestînin. Me ew yêk gelek zelal kirîye, u em dê berdewam wê yêkê zelal bikeyn.”

George W. Bush pêve çû u got, “Me rohn u xuya kirîye ku ji bo qencîya wê deverê divêt ku welatekî aştîyane bête danan ku olên cida bêne beryêk li bin TALê (Qanûna Rêvebirina Iraqê) ku hatîye pejirandin u dê bibîte rehberek ka divêt ku destûra nû bi çi awayî bît.”

Serok Bushî got bila çi welat mayê xwe di karûbarên Iraqê da neken u wiha got:

“Em dê berdewam rohn u xuya bikeyn ji her dûyan ra -- hem ji Sûrîyê ra, hem jî ji Îranê ra -- u her wesa ji bo welatên dî yên di hevalbendîya me da, ji wan hevalên me yên Îtalyan, ku maytêkirina di karûbarên Iraqê da bi kêr berjewendîyên wan nahêt.”

Hejayî gotinê ye ku Serok Bushî ew hûşdarî da li spêdeya Çarşembîyê, bi çend se’etan piştî ku Wezîrê Karûbarên Berevanîyê yê Iraqê Hazim Şa’alanî gotî ku Îran dewleta neyara serekî ya Iraqê ye, u istixbarata hikûmeta Tehranê / u ya Sûrîyê digel istixbarata rejima berê ya Iraqê u Ebû Mus’ab al-Zarqawî pêkve kar diken.

XS
SM
MD
LG