Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netewên Yêkgirtî dê bizavên xwe li Iraqê berfirehtir ket heke bo serkeftina helbijartinan pêtivî bît  - 2004-12-17


Bawer pêkerê giştî yê netewên yêkgirtî Koffi Annan digel hindê daye ku helbijartinên Iraqê li wextê dyar kirî li meha bêt bêne kirin û got heke pêtivî bît bo serkeftina helbijartina dê bizavên xwe berfirehtir ken.

Roja pênçşembî piştî wezîrê derve yê Emerîka Colin Powell li washington kom buy, rêzdar Annan ev têbînîye dan û got bo piştevanîya helbijartina netewên yêkgirtî nuke li wêrê têra xwe xelk hene û bo cê bi cê kirina wî karî dê hejmara wan zêdetir ket.

Emerîka û hikumeta berwext ya Iraqê bizav kirye ku netewên yêkgirtî pitir harîkarîya helbijartinên 30 meha yêk kanuna dûwê biket. Nuka nêzîkî 64 karmendên netewên yêkgirtî li Bexdane, ku nêzîkî 25 li wan şarezayên helbijartinane.

XS
SM
MD
LG