Karbidestên Iraqî dibêjin 50 gumanlêkirî hatine desteser kirin li ser hebuna peywendîyan bi peqînên bi otombêlan li herdu bajarên pîrozên şî'an li welatî, Necef û Kerbela.
Karbidestên nexoşxana dibêjin hejmara mirîyan ya buye 66 kes ku bi layê kêmîve 52 kes li Necef hatine kuştin û 14 jî li Kerbela. Pitir ji 140 kesa hatine biryndar kirin.
Rêberên musilmanên Şî’e daxaza aramîyê diken, ew dibêjin hêrişên wesa bo hindêye da tundutîjîyê navbera şî’e û sunîyan dirust biken û da yêkem helbijartinên piştî ladana Sedam Husênî ragirit yên ku biryare li 6 heftîyên dî bihêne kirin.
Rêberên şî’e daxazê ji piştevanên xwe diken ku hizrê di tolestandinê da neken, jitêvla di helbijartinên çaverêkirî da biken.