Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Civata Yesha ya Akincîgehên Israelî daxza bersîng girtinê li nexşeya hikumetê jibo ladana akincîgehên Israelî diket - 2004-12-20


Berpirsê akincîgehên Israelî daxazê ji piştevanên xwe diket ku qanuna Israelî bişkênin heke pêtivî bît weku bizavek bo rêk girtin li nexşeya hikumetê bo ladana akincîyên Israelî ji Kerta Xezze.

Pinchas Wallerstein, serokê Civata Yesha ya Akincîgehên Israelî got akincîyên Israelî divêt bersîngê wê nexşeyê bigirin heta heke ruî bi ruî zindanîbunê bun. Ew civat îro dê kombunê ket da biryarê bidet ka piştevanîya xwenîşandanan biken an ne.

Serok Wezîr Ariel Sharon nêzîke dê hikumeteka yêkgirtî dirust ket ku dê şer’îyetê detê bo ladana wan akincîgehan li sala bêt.

Ew rijdîyê li ser wê diket ku êdî ne piraktîkale Israel piştevanîyê li nêzîkî 8000 akincîyan bike ku yên li nîveka pitirî yêk milyon Felestînîyan da.

Li yêkem dengdan, Perlemanê Israelî qayil bû li ser nexşeya vekêşanê. Lê hêşta dû dengên dî pêtivîne jiberî razîbuna dumahîyê ya perlemanî li ser wê biryarê.

XS
SM
MD
LG