Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çar polîsên Afghanî li demê hêrişeka çekdaran hatine kuştin û çar jî biryndar bun. - 2004-12-20


Desthelatdar li Afghanistanê dibêjin çar polîs hatine kuştin û çarên dîjî biryndar bun li demê ku xirapkaran hêrişek kirine ser xaleka lêvekolînê li parêzgeha başûrî ya Kandahar.

Polîs dibêjit yêk milîtan li demê wê hêrişê hate kuştin ku li demekê direng li roja yêkşembî li devera Maywand li rojava bajarê Kandahar hate kirin.

Bi 24 dem jimêran berî hingî dû serbazên Emerîkî hatine biryndar kirin li hêrişekê li demê nobedarîya wan li başûra parêzgeha Zabul.

Dû heftîyan berî hingî, hêzên Emerîkî û yên Afghanî hêrişeka demê zivistanê kirin bo desteser kirina çekdarên Taleban jiberî ku helbijartinên perlemanî li sala bêt bihêne encam dan.

Mebesta wê kiryarê bo qayim kirina rewşa tenahîyêye da piştrast biket ku helbijartinên perlemanî, ku çar meh bo mane, her weku helbijartinên serokatîyê bi asanî bihêne encam dan.

XS
SM
MD
LG