Karbidest dibêjin lêvekol hêşta bizavê diken da biryarê biden ka çewan hêrişvan karîbun derbazî bingeha leşkerê Emerîkî bin û biçine hola xwarinê ku li wêrê li roja sêşembî peqînkarîyek qewimî.
Destya xirapkaran ya bi navê Ensar el sine berpirsyarîya wê hêrişê kirine stoyê xwe ku 22 kes têda hatine kuştin ku 13 ji wan serbazên Emerîkî bûn û 69 jî biryndarbûn, piranya biryndara jî Emerîkîne.
Li heman dem, li Feluce ku berê asêgeha xirapkaran bû, îro pênçşembî hindek peqînkarî dihatine bihîstin li demê ku hindek ruîniştîvan verdgeryaneve bajêrî yên ku li meha 11 jiber hêrişa leşkerî ji wêrê hatibune veguhastin.
Bi alîyekê dîve, desthelatdarîya Iraqî 6 kes desteser kirin ku guman heye peywendî bi peqînkarîya ku li Kerbela qewimî hebin ku 14 kes li wêrê hatine kuştin. Û hêrişên leşkerî li bakura Bexda bûne egera desteser kirina 44 kesa ku guman heye peywendî hebin bi gelek ji kuştin û revandinên ku li wê deverê têne kirin.
Herwesa, li demê peqîna bombekê li Bexda, serbazekê Emerîkî hate kuştin û dû biryndar bûn.