Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Israelê 159 girtîyên Felestînî azad kir - 2004-12-27


Israelê 159 girtî yên Felestînî azad kir weku dyar kirina baş nyazîyê bo Misrê û rêveberîya Felestînî.

Otobusên ku Felestînî yên azadkirî têda bûn îro dûşembî herdû girtîxane hêlatin û derbazî Kerta Xeza û Kenara Rojava bûn.

Serokê reveberîya Felestînî Mahmoud Abbas pêrgînî li wê bizavê kir, lê daxaz ji Israelê kir hemu girtîyên Felestînî azad biken. Israelê nêzîkî 7000 Felestînî desteser kirine.

Li hema dem, hêzên Israelî teqe li çekdarekê Felestînî li nêzîkî bajarê Nablus ya Kerta Xezza kir û kuşt.

Desthelatdarîya Felestînî dibêjit hêzan bizava desteserkirina wî çekdarî kirin, piştî hingî teqe li tayerên otombêla wî kirin, û piştî hingî teqe li wî kirin demê bizav kirî ji dest wan serbazan birevit. Şahid dibêjin hêzên Israelî cilubergên medenî liber bûn.

XS
SM
MD
LG