Li bakura Iraqê li demê ku hindek kargera erd dikolan da binaxê nexoşxaneka nuî danin, wan gorekê giştî vedîtin ya ku karbidestekê xucihî dibêjit gelek terim têdane.
Selah Reşîd, wezîrê herêma Kurdistan (êdara Suleymanîye), îro çarşembî got êhtîmale ew term yê wan Kurdan bin ku piştî Şerê Kendava sala 1991 ji alîyê leşkerê Sedam Husênîve hatine kuştin.
Ajansa peyamên Associated Press ji zarê zelamekê xucihî yê 60 salî dibêjît bi sedan Kurd li wî cihî yên hatine veşartin, ku yêk ji wan birayê wîye.
Karbidestên Emerîkî û yên Iraqî dibêjin pitir ji 250 gorên giştî li seranserî Iraqê ewe ladana rejêma Sedam Husênî li sala 2003 yêt hatîne vedîtin.
Diktatorê berê di girtîxanêdaye li ji desthelata Emerîkî we çaverê tête kirin ku li sala bêt bi tawana qirkirinê û dijî mirovanîyê bête dad kirin.