Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ajansa Harîkarîyêt Navnetewey lezê diken bo gehandina xarinê û avê û kelupelêt dî yêt pêtivî bo başûra Asya - 2004-12-29


Ajansa harîkarîyêt Navnetewey lezê diken bo gehandina xarinê û avê û kelupelêt dî yêt pêtivî bo başûra Asya ku bi milyonan kes der bider û birsî mane piştî bîbelerza roja yêkşembî.

Netewên Yêkgirtî dibêjit ev bizavêt harîkarîya mezintirîn bizavin heta nuke li cîhanê hatine kirin.

Karbidestêt netewêt yêkgirtî texmîn diken ku dê bi milyaran dolaran harîkarî pêtivîbin. Sikirtêrê Giştî yê Netewên Yêkgirtî Kofi Annan got komela navnetewey dê daxaza harîkarîyêt navnetewey ket.

Bi deha hikumet û ajansêt harîkarîya li cîhanê daxaza bi milyonan dolaran bêş û pareyan kirye. Şîretvanê Elmanî Girhard Şiroyder got ew dê pêşnyaz ket ku welatêt xudan deyn li ser Endonîsya û Somalê deynêt xwe bo demekê rabigirin.

Bi alîyekê dîve harîkarî bi rêka firoka digehine jimareka welatan weku Hindistanê, Sirîlanka, û Endonîsya.

XS
SM
MD
LG