Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

25 xirapkar di şerekê da li dijî hêzên Emerîkîli li Musil hatine kuştin - 2004-12-30


Li bajarê Musil li bakura Iraqê li roja çarşembî, bi layê kêmîve 25 xirapkar hatine kuştin di şerekê da li dijî hêzên Emerîkî. Di wî şerî da, 15 Serbazên Emerîkî biryndar bun û yêk ji wan piştî hingî li nexoşxaneka leşkerî gyanê xwe ji dest da.

Leşkerê Emerîkî dibêjit wî şerî demekê dest pêkir piştî serheldayan otombêleka bombekirî li dervey xaleka lêvekolînê ya leşkerê Emerîkî peqand û teqe li wan serbazan kirin ku digehîştine wêrê. Hezên Emerîkî piştî hingî pewendî bi firokên cengîve kirin û firokan muşek havêtine xirapkaran.

Bi alîyekê dîve, îro pênçşembî hikumeta Iraqê desteser kirina (Fadil Hussain Ahmed al-Kurdi)ragehand, ku endamekê bilinde yê girupa milîtan ya Miseb el-Zerqawîye ku wê girupê peywendî bi el-Qîdeve heye.

Li roja çarşembî, desteser kirina (Abu Marwan)qomandarekê bilindê milîtana li Musil hate ragehandin.

XS
SM
MD
LG