Lînkên eksesibilîtî

Heta nuha 116000 kes bi egera karesata tsunamî mirine - 2004-12-30


Hejmara mirîyên karesata tsunamî li başûra Asya gehîşte 116000 li demê ku wezareta Saxlemîya Enonîsya ragehand ku hejmara mirîyan gelek zêde buye.

Endonîsya îro pênçşembî ragehand ku hejmara mirîyan nuha pitire ji 79000 ku li demekê zuîtir her îro hatibu ragehandin hejmara mirîyan 52000 e.

Şar roja piştî karesta tsunamî karbidestên hewarçonê hujdarîyê diden ku heşta neşên peywendîyê bi xelkê hidek pişkên girava Sumatra ya Endonîsya biken û gelek xelik heşta bê serûşîne.

Sumatra ji hemî cihên dî pitir zyan ya gehîştîyê. Ew girav çend kîlometreka ji wî cihî dure ku bêbelerza jêr avê pêkeftî û buye egerê karesata tsunamî.

Pêlên mezin bi devava bi layê kêmîve 12 welatên li ser oqyanusê Hindî keft, ji Malîzya bigire heta Rojhelata Afrîqa.

Karmendên hewarçonê yên navnetewey nîgeranin û bizavê diken xwarin û kelupelên dî bigehînine bi milyona xelkê ku bi egera wê karesatê derbeder bune yanjî biryndar bune.

Wan herwesa hujdarî da ku belavebuna nexoşyan jiber pîsatîyê û nebuna ava pakij bibîte egera mirina gelek xelkê dî.

Heta nuha hatîye ragehandin ku pitir ji 24000 kesa li Sirî Lanka mirine, û li Hindistanê pitir ji 10000, û li Taylendê nêzîkî 2000 kesa mirine.

Hatîye ragehandin ku li Burma, Bangladiş, Malîzya, Maldivis, Tanzanîya, Somal, Kînya û Seyçilis jî bi egera wê karesatê xelik mirine.

XS
SM
MD
LG