Cêgirê wezîrê derveyê Emirîkî Richard Armitage dibêjit Sûrya tenahya toxîvê Iraq-Sûrya pêşvebirye lê got Sûrya tivye bizavêt zêdetir biket bo ragirtina xirapkara li çûne nav iraqê da. Birêz Armitage evro yekşembî ev axaftine kirn piştî kombînê digel serokê Sûrî Beşar El-Esed. Cêgirê wezîrê derve li seredaneka pênc rojîye bo welatêt herêmê. Roja şembî birêz Armitage li Kurdistana Iraqê digel serokê Partîya Dîmokrata Kurdistanê, Mesûd Barzanî, kom bî.