Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Otumbêleka bombekirî li nêzîk bingeha serekî ya partiya Siyasî ya Iyad Allawi li Bexda peqî.  - 2005-01-03


Peqîna otumbêleka bombekirî li Bexda li nêzîk bingehê partiya siyasî ya Serok Wezîr Iyad Allawi bu egerê kuştina bi layê kêmîve 3 kesa ku dû ji wan polîs bun. Pitir ji 20 kesên dî biryndar bun.

Li bakura paytextî, desthelatdarîya Emerîkî dibêjit peqîna otumbêleka dî li xaleka lêvekolînê li nêzîk bingehê leşkerê Emerîkî li Balad bu egerê kuştina 4 nubedarên nîştimanî yên Iraqî û biryndar buna 14 kesên.

Karbidest dibêjin peqînkarîya Bexda li xaleka lêvekolînê li ser cadekê qewimî ku ew cade diçîte ofîsa partiya siyasî ya Wifaqa el-Wetenîye.

Bi çend dem jimêrekan piştî hingî, otumbêleka dî li nêzîk wêrê peqî, lê ne hatî ragehandin çi kes hatibîte kuştin.

Karbidestên parastinê dibêjin ew we bawer diken ku hêrişên xirapkaran zêde bibin li demê ku helbijartinên nîştimanî yên 30 meha yêk nêzîk dibin.

XS
SM
MD
LG