Pakistanê nerazîbunek dav leşkerê Emerîkî li Efghanistanê û daxaza vekolînê diket li ser havêtina hindek topa di ser tixubî ra nav Pakistanê û kuştina serbazekê û biryndar kirina sêyêt dî. Peyvdarekê Pakistanî gote dengê Emerîka ku 25 gule top di ser tixubê ra roja yêkşembî ji Efghanistanê havêtine nav Pakistanê. Li devera wezîristanê peyvdarî got hêşta dyar nebuye ka ew top havêtîne. Lê Pakistan ya pişt raste ku ew gule top ji alîyê hêzêt Emerîkîve nehatîne havêtin. Lê ji hêzêt Emerîkî xast da vekolînê biket çunkî hêzêt hevalbenda berpirsyarin beramberî parastina tixubêt Efghanistanê. Karbidestêt Pakistanê dibljin ew top an tîrorîstan havêtîne an jî hêzêt hikumeta Efghanistanî havêtîne.