Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Tsunamî ya Li Asyayê çêbuye Qedera bi Hezaran Turistên Biyanî rewsa wan hêjî ne kifşe. - 2005-01-03


Piştî ji hefîiyek zêdetir ku pêlên mezin ên deryayê bi navê Tsunamî ku li qerexên Basurê Asya'yê qelibîn, hêjî nêzîkî 8000 turîstên biyanî ku li deverê de di bêhnvedanê ango di tatilê de bune, rewsa wan hêjî ne kifşe.

Qasî 350 kesen mirî, li Basurê Asyayê, wek biyanî hatine nasandin. Belê karbidest dibêjin ku her ku kesantiyên mirîyan ji hevudu bê cuda kirin,xuya ye ku ew ê ev hejmar hêj zêdetir bibe.

Li gorî daxwîyanîyên karbidestan tenê li Taîlandê bixwe, nîvê 5000 kesên mirî, biyanîyên turîst bune.

Dema ku Tsunamî yê lê xistibuye Basurê Asyayê di germîya demsala turizmê de buye.

Bi deh hezaran turîstên ji Ewrupayê, ji Amerikayan, ji Asya u Afrikayê bune di wê demê de di bêhnvedanêde bune.

Swêd u Welatên Yekgirtîyên Amerika her du welatin ku hemwelatîyên wan zêdetirîn winda bune. Wezîrê Derve yê Welatên Yekgirtîyen Amerîka Colin Powell dibêje ku 5000 Emerîkî yên nejimartî hene, herwekî din, karbidestên Swêdî jî dibêjin ku ji hemwelatiyên wan, nêzîkî 3000 kes bêseruşunin.

XS
SM
MD
LG