Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi layê kêmîve 13 kes li demê peqîna otumbêleka bumbekirî li akadîmîya polîsa li başûra Bexda hatine kuştin - 2005-01-05


Hikumeta Iraqî dibêjit bi layê kêmîve 13 kes li demê peqîna otumbêleka bumbekirî li akadîmîya polîsa li başûra Bexda hatine kuştin.

Ew hêriş li bajêrokê Hille îro çarşembî qewimî li demê ku serok wezîrê Iraqî Iyad Allawi rijdî dikir li ser hindê ku helbijartinên nîştimanî yên 30 meha yêk li demê dyar kirî bihêne encam dan.

Rêzdar Allawi gote rojnamevana li Bexda ku rêkê nadenê tundutîjîyan, tîrorîstan, û tawanbaran pêvajoya siyasî rawestînin û welatî biherêfin.

Bi çend dem jimêreka piştî hingî hêrişeka bi otumbêla bumbekirî li Bexda bû egerê kuştina 2 medenîyan û biryndar buna 4 kesên dî.

Li roja sêşembî xirapkaran teqe li Fermandarê Bexda (Ali al-Haidari) kir û kuşt û di hêrişeka dîda bo ser xaleka lêvekolînê 10 kes hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG