Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hindek Efserên leşkerê Israelî dibêjin ew dê her fermaneka hikumetê red ken bo vekêşana akincîyan - 2005-01-06


34 Efserên leşkerê Isaraelî yêt berdest nameyek belave kirin ku dibêjin ew dê her fermaneka hikumetê red ken bo vekêşana akincîyan li jêr nexşeya vekêşanê ji Xezze.

Ew name, ku îro pênçşembî hatîye belavekirin, wekî nîşaneka dijînîya nexşeya rêzdar Ariel Sharonîye ya vekêşanê ji Kerte Xezze û 4 deveran li Kenara Rojava li demêkê dî li vê salê.

Ew serbaz dibêjin ku fermana vekêşanê dê I dijî qanunêt dewletê û leşkerî bit.

Li heman dem, hikumeta Sharon dibêjit ew dê her efserekê ku vê hizrê dyar biket dê ji ser karî ladet.

Li heman dem, leşkerê Emerîkî dibêjit serbazan teqe li çekdarekê Felestînî kir û kuşt ku derbazî akincîgeheka Juhîyan bû li başûra Xezze.

Desteya Milîtan ya Hemas ew hêrişa ku rêk lê hate girtin bi stoyê xweve girêda.

XS
SM
MD
LG