Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Wezîrê Israelê telefon bo serokê Desthelata Felestînî Mahmoud Abbas kir bo pîrozbahî kirina serkeftina wî. - 2005-01-11


Karbidestekê mezin yê Felestînî dibêjit serok wezîrê Israelê Areil Sharon telefon bo serokê desthelata Felestînî Mahmoud Abbas kir bo pîrozbahî kirina serkeftina wî.

Bi alîyekê dîve, Milîtanêt Felestînî muşek û gule top havêtîne akincîgeha juhîyan li Xezze. Çend se'eteka piştî serokê Felestînî yê helbijartî Mahmoud Abbas gotî ew yê amadeye bo dest pêkirineva danustandinêt aştîyê digel Israelê.

Karbidestêt leşkerê Israelî dibêjin kes di hêrişa îroda biryndar nebû. milîtanêt Felestînî di van heftîyêt vê dumahîyê hêrişêt muşeka zêde kirîne. Lê çi hêriş di wextê dengdana roja yêkşembîda nehatîne kirin.

Li Orşelîm (Quds) serok wezîrê Israelê Areil Sharon gote yêkemîn kombuna civata nuî ya wezîran ku ew dê îro telefonê bo rêzdar Abbas ket bo pîrozkirina serkeftina wî di helbijartina da.

Karbidestêt herdû alîyan dibêjin ew çaverê diken ku di çend rojêt hatî da herdû kom bin.

XS
SM
MD
LG