Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Perlemanê Ukranî daxaz kire ku hêzên leşkerê Ukranya li demu li dest ji Iraqê bihêne vekêşan - 2005-01-11


Perlemanê Ukranî daxaz kire ku hêzên leşkerê Ukranya li demu li dest ji Iraqê bihêne vekêşan, wan ev daxaze li piştî kuştina 8 serbazên Ukranî li roja yêkşembî kirin.

Serok Leonid Kuchma li roja dûşembî ferman da Wezîrê Derve û yê Berevanîyê ku nexşekê danen bo vekêşana serbazan li van 6 mehên bihên.

Ew heşt serbazên Ukranî li roja yêkşembî li demê peqîna embareka teqemenî li navenda Iraqê hatine kuştin. Karbidest li Iraqî dibêjin ew peqînkarîye serhatêyek bû, lê karbidestên Ukranî dibêjin ew yê lêvekolînê li ser diken ka ew peqînkarîye hêriş bû yan ne.

Serokê Ukranî yê helbijartî Viktor Yushchenko soz daye ku vekêşana pitirî 1600 serbazên Ukranî ji Iraqê bikete erkê xwe yê serekî.

XS
SM
MD
LG