Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Emerîkî, Iraqî, û Turk li Enkere li ser milîtanên Kurdên Turkya ku bingeh li bakûra Iraqê hene kom dibin - 2005-01-11


Karbidestên Emerîkî û Iraqî digel hevberên xwe yên Turk li Enkere kom dibin bo miştumirê li ser pêngavan bo rahavêtinê digel milîtanên Kurdên Turkya ewên bingeh li bakûra Iraqê danayn.

Îro sêşembî Cêgirê Wezîrê Derve yê Iraqê Hamid Al-Bayatî gote rojnamevana li danustandinên îro ew gehîştine rêkeftinekê bo lêk guhartina pêzanînan.

Wî herwesa got kiryarekê leşkerê dijî serheldayên P.K.K. yan kongira Gel li paşerojê mumkine. Hem Washington û hem Enkerê wê komelê bi rêxistîyeka tîrorîstî di den nas kirin. Her li vî demî serokê hêzên leşkerê Emerîkî li Iraqê Jeniral John Abi Zaid li Turkyaye.

Piştî kombunê digel wezîrê derve Abdulla Gul, jeneral Abi Zaid pênasîn kir ku demek dê hêt divêt rahavêtin digel serhildaya bête kirin. Wî negot ka Emerîka dê çi kiryarî hemberê serheldaya bike.

Sebaret bi vê kombunê, hevkarê me Birusk Tugan raportek amade kirye. Heke te bivêt guh bideye wê raportê, ev fayela dengî li ser vî perî klîk bike.

XS
SM
MD
LG