Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mahoud Abbas dibêjit Felestînî amadene li duîv Nexşeya Rêkê bo Aştîyê ya navnetewey sozêt dayn bi cih bînin - 2005-01-13


Serokê nuî yê helbijartî yê Felestînî Mahoud Abbas dibêjit Felestînî amadene li duîv Nexşeya Rêkê bo Aştîyê ya navnetewey sozêt dayn bi cih bînin.

Iro li Ramela li xirvebuneka zanayêt mesîhî yêt xwecuhî û navnetewey, rêzdar Abbas got li nexşeya rêkê hedû alîyan sozdayne û Felestînî di micidin ku sozêt xwe bi cih bînin.

Serok Wezîrê Israelê Ariel Sharon ku çaverê tête kirin çend rojêt dî digel rêzdat Abbas kom bibit, gotibu ku danustandinêt aştîyê dest pênakeneve heke Felestînî milîtana tepeser neken.

Bi alîyekê dîve, li devera Xezze zelamekê Felestînî ku li hîvîyê bû bo kabanîya xwe ya dûcan bi otumbêlê bigehînite nexweşxanê ji alîyê hêzêt Israelîve teqe lê hate kirin û hate kuştin.

piştî hingî hate ragehandin ku kabanîya wî zelamê Felestînî kurekê buy.

XS
SM
MD
LG