Hikumeta Sudanê û komela serheldayan ku binavê Bizava Rizgarîkirina Gelê Sudanê tête nasîn rêkeftinek morkir ku şerê navxwe yê nêzîkî 22 salan bi dumahî îna.
Kêşeya navbera hikumeta Islamî li Xertum dijî Sudanîyêt xudan bîr û bawerêt ûlî yêt cuda û mesîhîya li başûr bû egera mirina 2 milyon kesa, behra pitirê jiber birsê û nexweşîya herwesa bo eger ku çar milyon kes bê mal û hal bimînin.
cêgirê yêkê yê serokê Sudanê, Alî Osman Muhemed Tehe û rêberê bizava rizgarî kirina gelê Sudanê John Garang ew rêkeftin mor kir. Li duîv wê rêkeftinê başûra Sudanê dê otunomîyeka ûlî û siyasî wergirit û dahatîyê neftê li wî welatî bi hevra dê bikar înin.
Şerî'eta Islamî li bakûr, lê ne li başûr, dê hête cih bi cih kirin. Devera başûr 6 salan dê otonomî hebit paşê li rifirandomekê dê biryar hête dan ka heke ew dever digel Sudanê bimînit an ne.
Ew rêkeftin herwesa ji rêzdar Garang dixazît bibîte cêgirê yêkê yê serokê Sudanê û cihê cêgirê serokî yê nuka rêzdar Teha bigirit.
Ew rêkeftin çarçoveka Fedral ya nuy dete hemî Sudanê, ku her welayetek desthelatê li xwe biket û systema siyasî li Xertum ya vekirî bit. Lê ew rêkeftin kêşeya devera Darfur li rojava Sudanê çareser naket.
Bi hizaran Efrîkîyêt Sudanê li hêrişêt ku li ser gundêt wan hatibune kirin bi destê milîtanêt Ereb yêt Janjaweed yêt ser bi hikumeta Sudanê hatine kuştin.
Ji ber wan hêrişan, nêzîkî 2 milyon kes li kempa dijîn ku li wêrê bi dehan hizar kes jiber nexweşîya û xarina nebaş gyanê xwe ji dest daye. Wezîrê derve yê Emerîka Kolin Powell riştî li hikumetê û bizava rizgarî kirina Gelê Sudanê kir şerê xwe bi dumahî bînin.
Wezîrê Derve yê Emerîka dibêjit "ev havalbendêt nuî yêt aştîyê pêtivîye dem û dest digel yêk bizavê biken ku ne heyveka dî yanjî bo demekê kurt belku her ji nukeve û ji evro alozkarîyan û kiryarêt dil req bidumahî bînin ku berdewam li Darfur têne kirin.
Welatêt Yêkgirtîyêt Emerîka û komela navnetewey çaverê diken ku hevalbendîyêt nuî bo rawestana şerî hemî pêngavêt pêtivî bihavêjin û em çaverê dikeyn ku berdewam danustandin bêne kirin heta ku kêşeya Darfur çareser bit."
Emerîka hîvîdare têkelîyêt xwe digel Sudanê baştit lê biket ku limêjeye Emerîka bi tundî tole li ser danayne. Lê rêzdar Powell huşdarî da ku têkelîyêt herdû welatan hîngê dê baştir bin bitinê heke aştî û tenahî li seranserî wî welatî bête damezrandin.
Heke te bivêt guh bideye vê gutarê, ev fayela dengî li ser vî perî klîk bike. Ev gutare bîr û boçûna welatêt yêkgirtî yêt Emerîkaye.