Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevanekê Emerîkî dibêjit rêveberîya serok Bush bi nepenîve kiryarêt zêrevanîyê diket li ser hindek armanca li Iranê. - 2005-01-17


Rojnamevanekê Emerîkî dibêjit rêveberîya serok Bush bi nepenîve kiryarêt zêrevanîyê diket li ser hindek armanca li Iranê bo ihtîmala hêrişêt leşkerî.

Ev peyame di govara The New Yorker da belav buye ji alîyê Seymour Hersh û dibêjit jêderêt ku ew agehdar kirî gotye wî ku Wezareta Bervanîyê binepenîve desteyêt komando hinartîne nav wî welatê Islamî da cihêt navokî û kîmîyaî û muşeka bidete nasîn û dyar kirin ku weheye bi rêka hêrişêt komandoya bête ji nav birin.

Rêzdar Hersh ku yêkemîn kes bû pirsa zêdegavîyan li ser girtîyêt Iraqê li girtîxana Abû Xerêb Aşkera kirî dibêjit şîretvanekê hikumetê ku têkelîyêt nêzîk digel Pentagon hene gute wî ku karmendêt medenî li Pentagon dixazin ku çendî bişên binaxêt leşkerî li Iranê wêran biken.

Birêveberê peywendîya li Seraya Sipî Dan Bartlett dibêjit gotinêt rêzdar Hersh çi rastî bo nîne.

XS
SM
MD
LG