Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xirapkaran li Iraqê kasêteka vîdyo belav kir ku we nîşa didet welatîyekê Emerîkî hatîye revandin - 2005-01-25


Xirapkaran li Iraqê îro sêşembî kasêteka vîdyo belav kir ku we nîşa didet welatîyekê Emerîkî hatîye revandin û dibêjit jyana wî di xeterêdaye.

Di wê kasêtêda, zelamekê ku xwe bi Roy Hallams di dete nasîn daxaza harîkarîyê ji serok Bush naket, lê divêt rêberên Ereb, nemaze rêberê Lybya Muammar gadhafi, harîkarîya biket da ew bihête azad kirin.

Balwêzxana Emerîkî li Iraqê dibêjit wan çi zanîyarîyên li demu li dest pênîne li ser wî zelamî yanjî li ser ka ew kasêt çend ya raste.

Li heman dem, 8 kargerên Çînî ku hatibune revandin ji alîyê xirapkaranve li Iraqê bo demê 5 roja li heftîya borî yê li ser rêya xwe û berev malêt xwe diçin.

Xirapkar dibêjin wan ew zelam li demekê azad kirin piştî ku Beijing soz da ku daxazê ji welatîyên xwe biket neçine Iraqê.

XS
SM
MD
LG