Helîkoptereka leşkerê Emerîkî li rojava Iraqê kefte xwarê û raport dibêjin 31 serbaz têde hatine kuştin.
Leşkerê Emerîkî dibêjit helîkoptera veguhastinê ya hêzên marînz li demjimêr 1:20 piştî nîşev li bajarê El-Rutbe nêzîk sinurê Surya û Urdinê kefte xwarê.
Heta nuha nehatîye zanîn ka çend marînz di helîkopterê de bûn, belê leşker dibêje wê serbaz ji dû yêkeyan helgirtibûn dema keftî xwarê.
û her li rojava Iraqê, leşker dibêje 4 marînz hatin kuştin di kiryarekê de li herêma El-Enbar, belê huîrkarî nehatine ragehandin.
Û li cihên dî yên Iraqê, xirapkaran jimareka otumbêlên bumbekirî peqand û jimareka hêrişa kirine dema ew tundutîjî û alozkarîyan zêde dikin bo têkdana helbijartinên roja yêkşembî.
Bi kêmîve 6 kes hatin kuştin û jimareka dî biryndar bune û 7 serbazên Emerîkî jî di serhatiyan de biryndar bune.