Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dengdana Iraqîyên li henderan îro heynî dest pêkir - 2005-01-28


Iraqîyên li dervey welatî dijîn dest pêkirin berev sinduqên dengdanê biçin yên helbijartinên nîştimanî li demê ku darudestê tundê parastinê dest pêkirye li seranserî Iraqê li berî helbijartinên nîştimanî yên roja yêkşembî.

Dengdana Iraqîyên li henderan îro heynî dest pêkir ku li pitir ji 14 welatên ku bingehên dengdanê lê hene (Australya, Brîtanya, Kanada, Denmark, Fransa, Elmanya, Iran, Ordan, û Holenda, Sweden, Syria, Turkey, û Mîrgeha Erebî ya Yêkgirtî û Welatên Yêkgirtî yên Emerîka) dangdan dê hête kirin.

Nêzîkî 280,000 Iraqî navêxwe bo dengdanê nivêsîne, ku piranya nava li Iranê hatîne nivêsîn, ku pitirî 60,000 Iraqîyan li wêrê navê xwe nivêsîne.

Li nav welatî, xelikê lez dikir biçine bazarî da kelupelên xarinê û tiştên pêtivî bikirin û li mal danên ji berî berbendkirina hatinuçonê dest pêdiket li pêş helbijartina.

Lê di ser darudestê tundê parastinê, xirapkaran şyan 4 kesa îro bikujin li demê ku hêrişeka bi otumbêleka bombekirî encam dan li nêzîkî bingehekê polîsa li Bexda.

XS
SM
MD
LG