Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helbijartinêt Iraqî wêrekî û dilêrîya milyonan Iraqîyan dyar diken ku bi salan li jêr tepeserîyê dabun.  - 2005-01-31


Dû rojnamêt serekî yêt Emerîkî helbijartinêt Iraqî we dibînin ku wêrekî û dilêrîya milyonan Iraqîyan dyar diken ku bi salan li jêr tepeserîyê û êş û jana bune li jêr rejêma diktatorî û nuha dixazin li welatekê azad bi aştî bijîn.

Di ser gutarekê da, rojnama New York Times îro dibêjit ev pişikdarîya zor ya dengderêt Iraqê peyameke bo hêmî xirapkaran li Iraqê ku tivya rastîyê qebûl biken.

Rojname dibêjit ewêt ku bi navê Iraqê şerî diken tivya nuke baş bizanin ku Iraqî dixazin peşeroja siyasî ne bi şerêt ser cada bît, lê bi rêkêt aştîyê û desturî û qanunî bît.

Û li washington rojnama Washington Post dibêjit roja yêkşembî cîhanê ruyekê nuî yê Iraqê dît ku bi milyona Iraqîyan li seranserê welatî dengêt xwe dayn heta li cihêt ku rêberêt wan daxaza pişikdarî nebunê kirbû û heta li navendên dengdanê ku dengê teqe tivenga û gule topa dihate bihîstin.

XS
SM
MD
LG