Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Melayên musilman yên sunî li Iraqê dibêjin helbijartinên roja yêkşembî ne rewa bûn. - 2005-02-02


Melayên musilman yên sunî dibêjin helbijartinên nîştimanî yên roja yêkşembî ne rewane çinku kêm dengderên sunî pişikdarî têda kiribûn.

Li demê ku hejmartina dengan îro (çarşembî) berdewam bû, yêketîya zanayêt ûlî yêt sunnî got ew dê rêzê li biryara wana girit ku deng dayn, lê dê hikumeta nuî bi hikumeta berwext xudan desthelateka kêm dete nasîn.

Hikumeta nuî bixwe berwexte ku dê tinê yêk salê hukmî ket. Lê, melayên sunî gotin ku ew we bawer dikin ku hikumetê hind desthelat nabit ku erkê xwe yê serekî bicih bînit, ewjî dariştina desturekê nuîye.

Karbidestên helbijartinên Iraqî xuyakirin ku pirs girêk li hindek deverên sunîyan hebun ku hindek bingehên helbijartina nehatine vekirin yan jî kêm xelkê pişikdarî têda kirin.

Lê rêberên musilmanên şî’e gelek cara soz dane ku dê rêkê dene sunîyan pişikdarî hikumetê da bin.

Li heman dem, rewşa tena ya li van dû sê rojên borî bidumahî hat demê îro xirapkaran bi layê kêmîve 5 kes kuştîn û borîyeka neftê peqandîn.

XS
SM
MD
LG