Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Encamên destpêkê we nîşê diden hevalbendîya serekî ya Şî'eyan heta nuke zorîna dengên helbijartina li Iraqê bibedestve înaye. - 2005-02-04


Komsyona helbijartina Iraqî ragehand ku hevalbendîya serekî ya Şî'eyan heta nuke zorîna dengên helbijartina dyrokîya roja yêkşembîya borî bibedestve înane.

Encamên destpêkê we nîşê diden hevalbendîya Iraqîya yêkgirtî ku ji alîyê Ayetulah Ali Al Sistanî dihête piştevanî kirin heta nuke nêzîkî 2 milyon û 200 hizar ji 3 milyon û 300 hizar dengan bi destve înaye.

Lîsta serok wezîr Iyad Allawi pileya duhem dihêt ku 17 ji sedê bi destve înaye. Ev der encame piranya wan ji bajarên şî'e ne, û bo heye der encamên dumahîyê li heftîya bihêt bihêne ragehandin.

Hevdem leşkerê Emerîkî ragehand ku serbazekê Emerîkî roja pênçşembî hate juştin demê bumbek li nêzîk karwanekê leşkerî li bajarê Musil li bakura Iraqê peqî.

XS
SM
MD
LG