Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi layê kêmîve 25 kes îro li Iraqê hatine kuştin û hindekên dî biryndar bun  - 2005-02-07


Karbidestên Iraqî dibêjin bi layê kêmîve 25 kes hatine kuştin û hindekên dî biryndar bune li dû peqînên xukujîda îro dûşembî ku polîsê Iraqî kiribune armanca xwe.

Yêk ji wan hêrişan li taxê nexuşxanekê bû li bajarê bakurî li Musil, ku hêrişvanekê xwekuj kerestên peqînê bi xweve girêdabû û xwe li nîveka polîsan da peqand ku bi layê kêmîve 11 kes hatine kuştin.

Û li Baqube, li bakura Bexda, peqîna otumbêleka bombekirî li dervey bingeha serekî ya polîsa bû egera kuştina bi layê kêmîve 14 kesan.

Desteya Abu Musab al-Zarqawi, al-Qaide li Iraqê, di belavokekê li ser malpera internêtê da berpirsyarîya wan herdû hêrişan bi stoyê xweve girt.

XS
SM
MD
LG