Serokê Iranê yê berê Alî Ekber Haşemî Refsencanî dibêjit Emerîka û Iranê heman berjewendî li Iraqê û li şerê dijî tîrorîzmê hene.
Li çavpêkeftineka ne edetî ligel rojnama Emerîkî USA Today, rêzdar Refsencanî herwesa daxaz ji Emerîka kir ku bi milyar dolarên Iranê ku Emerîka ragirtine bideteve Iranê wekî nîşanêkê inyet pakîyê.
Ew pare hatibune ragirtin jiberî 25 sala li demê kêşeya barmteyên Emerîka li Tehranê.
Rêzdar Refsencanî gote wan belavokên ji alîyê karbidestên Emerîkîve hatine ragehandin sebaret rewşa mafên mirovan li Iranê û bernamên navokî yên Iranê ku "bê mana" bûn.
Li roja yêkşembî, Iranê got ew dê tola xwe veket heke Welatên Yêkgirtî yên Emerîka yanjî Israelê hêrişek kire ser dezgehên wê yên etomî.
Danustandinên Iranê ligel çend welatên Ewrupî li ser bernama wê ya navukî li roja sêşembî dê dest pêket. Welatên Yêkgirtî yên Emerîka pişikdarîyê di wan danustandina da naket û rêzdar Refsencanî got pişikdarî kirina Emerîka têda êhtîmale danustandina sist biket.