Lînkên eksesibilîtî

Çaverê dihête kirin kombuneka dî ya bilind nav bera serok wezîrê Israelî û serokê Felestînî li demekê zuî bihête girêdan. - 2005-02-09


Karbidestên Israelî dibêjin ew çaverê dikin kombuneka dî ya bilind nav bera serok wezîr Ariel Sharon û serokê Felestînî Mahmoud Abbas li demekê zuî bihête kirin.

Li kombuna bilind ya roja sêşembî li Misrê rêzdar Sharonî rêzdar Abbas mêhvan kire baxê xwe li başûra Israelê, piştî ku herdû rêveberan agir-bestek ragehand ku dê dumahîyê bi tundutîjîya înit ku pitrî çar sala berdewam bû.

Li heman dem, wzîrê derve yê Israelê Silvan Shalom got ew yê nexşeyekê dadinêt da rêveberîya bizavan biket da rifirandomek bihête kirin li ser nexşeya serok wezîrî ya vekêşanê ji Kerta Xezze li vê salê.

XS
SM
MD
LG