Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêveberên Iraqî çaverê diken Civata Nîştimanî ya nuî damezrînin - 2005-02-14


Rêveberên Iraqî yê çaverê diken ku Civata Nîştimanî ya nuî damezrînin, pişîtî ku encamên dawîyê yên resmî yên helbijartina hatine ragehandin ku li meha borî hatibune encam dan.

Yêkgirtîya hevalbendîya Iraqî ku hevalbendîya şî’eyane pişka mezinê ya dengan birineve. Lê wan piranya dengên pêtivî bidestve ne înan.

Raspêrîya Helbijartina li Iraqê dibêjit Hevalbendîya Kurdan birêveberîya Celal Talebanî dwem derkeft ku 25 ji sedê ji denga bireve. Serok wezîrê berwext yê Iraqê Iyad Allawi û hevalbendîya wî sêyem derkeft di encaman da û 14 ji sedê ji dengan bireve.

Karbidest li Bexda dibêjin ew encamên li roja yêkşembî hatine ragehandin dê heta sê rojên dî hêne resmî kirin heke çi kesê ed'a li dijî wan encaman nebit.

Gelektir ji 8 milyon Iraqîyan pişikdarî di dengdanên meha borîda kirin. Lê kêm deng ji alîyê musilmanên sunîve hatibune dan.

XS
SM
MD
LG