Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwenîşanderên Kurd şer digel polîsan li seranserî Turkya kir li êvarîya salgera şeşê ya girtina rêberê serhildayên Kurd Ebdula Ocelan. - 2005-02-15


Xwenîşanderên Kurd şer digel polîsan li seranserî Turkya kir li êvarîya salgera şeşê ya girtina rêberê serhildayên Kurd Ebdula Ocelan.

Li bajarê Dyar Bekir li başûra rojhelat polîsan gaza rondik rêj bi kar îna bo jêk belave kirina sedan nerazî buyan ku kevir di havêtine polîsan. Çend polîs û xwenîşander biryndar bune.

Bi kêmîve 40 kes hatine girtin. Li Istambulê, xwenîşanderên Kurd sembuleka cawê reş li dervey konsolxana Yonanistanê dana jiber rolê wê di girtina Ocelan da. Li Mêrsînê û li Izmirê jî xwenîşandan çêbûn.

Ebdula Ocelan rêberê Partîya Kakerên Kurdistanê P.K.K. ya berbend kirî li Nayrobî paytextê Kînya hat girtin li 16 meha 2 sala 1999 piştî neçarebuy ji balwêzxana Yonanistanê derkeve ku li wêrê daxwaza penaxwazîyê kirbû.

Li meha 6 Xezîranê dadgeheka Turkya hukmê mirinê dana ser Ebdula Ocelan, belê hat guhartin bo zindanî kirinê di dirêjahîya jiyanê.

XS
SM
MD
LG