Rojnamevaneka Italî ku nêzîkî dû heftîyane li Iraqê hatibu revandin li kasêteka vîdyo derkeft ku hewar diket nehête kuştin daxazê ji Îtalya û welatên dî diket hêzên xwe ji wî welatî vekêşin.
Di wê kasêtê da Rojnamevan Guiliana Sgrena westîyay dyar bû û li hindek deman digirî demê daxaza xwe dikir. Li pişt wê navek nivêsay bû, Mucahidên bê Tuxub, ku jiberî hîngî ne-nyas bû.
We biryare perlemanê Italya îro çarşembî dengî bidet ka heta 30 meha 6 berdewam bît di erkê xweda yê leşkerî da li Iraqê an ne.
Li heman dem, rêveberên siyasî yên Iraqê hîvîdarin bigehine rêkeftinekê li ser hikumeta nuî heta roja pênçşembî demê encamên helbijartina di hêne resmî kirin.
Hevalbendîya Şî’eyan ya serekî, Hevalbendî ya Yêkgirtî ya Iraqî, cêgirê serokê demî yê Iraqê Ibrahim Jafari berbijarkire bibîte serok wezîrê nuî yê welatî.
Leşkerê Emerîkî dibêjit sê serbazên Emerîkî îro çarşembî hatine kuştin di serhatîyên ne leşkerî da.