Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush gutareka serekî ya peywendîyên derve li Brussels xwand - 2005-02-21


Serok Bush gutareka serekî ya peywendîyên derve li Brussels xwand ku daxaza nuî kirina peywendîyên Ewrupa û Emerîka diket û harîkarî kirina avadankirineva Iraqê.

Rêzdar Bush dibêjit hevalbendîya parastinê navbera Emerîka û Ewrupa stuîne bo parastinê li cîhanê.

Ew dibêjit armanceka li demu li dest ya wê hevalbendîyê ewe ku harîkarîya Israelê û Felestînîyan biken bigehine rêkeftineka herdem ya aştîyê ya ku dê harîkarîya guhorînkarîyan ket li rojhelata naverast.

Rêzdar Bush herwesa daxaz ji Iranê kir ku piştevanîkirina tîrorîzmê bidumahî bînit û çekên navokî çê nekit.

Li vê êvarîyê rêzdar Bush dê ligel serokê Ferensî Jacques Chirac, rêveberê Ewrupî yê li dijî şerê Iraqê, axivit.

Seraya Sipî sengîyê didanete ser hindê ku jêknegirtinên berê navbera rêzdar Bush û rêzdar Chirac egerê nakete ser peywendîyên paşerojê nav bera Parîs û Waşinton.

Nîgeranîyên sebaret rojhelata naverast dê babetê serekî bît li kombuna serok Bush ligel rêveberên 25 welatên Yêketîya Ewrupî li roja sêşembî li hevalbendîya NATO.

XS
SM
MD
LG