Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

UNICEF dibêjit pitir ji 210 milyon zaroka li seranserê cîhanê rojane kar diken - 2005-02-21


Sindoqa harîkarîya zarokan ya Netewên Yêkgirtî UNICEF dibêjit pitir ji 210 milyon zaroka li seranserê cîhanê rojane kar diken.

Ofîsa UNICEF li Birîtanya îro di raporta xweda got piranîya van zarokan navbera pênc heta 15 salîne û wekû benda an kargerêt çaleme'dena û leş firotinê û serbazîyê têne bikar înan.

UNECIF dibêjit bitinê rêk bo bidumahî înana kargerîya zarokan ewe ku hijarîyê bi dumahî bînin û ji welatêt dewlemend bixazin da pitir harîkarîya biden bo pêşvebirina welatêt feqîr ewjî bi zêdekirina harîkarîya bi 50 milyar dolaran.

Zarokêt karger pitir li Efrîqane, anku 41 ji sedê ji zarokêt karger li cîhanê li Efrîqane. Raport dibêjit li Asya 21 ji sedêye û li Emrîka Latînî 17 ji sedêye.

XS
SM
MD
LG