Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Endamekê mezin yê tora tîrorîsta el-Qaîde li başûra Rusya hatîye kuştin - 2005-02-21


Karbidestêt parastinê li Rusya dibêjin endamekê mezin yê tora tîrorîsta el-Qaîde li başûra wî welatî hatîye kuştin.

Îro Dezgeha Parastina Fîdralî got Ebu Zeyd ku biryara girtina wî hatibû derxistin, li kiryareka nemaze li komara Ingoştîye hate kuştin.

Ajansa peyamêt Interfaks ya Rusî dibêjit roja çarşembî endamê el-Qaîde bombek bixweve peqand demê karbidest çoyne di penagehekê da ku wî xwe li wêrê veşartbû.

Komara Ingoştîye hev tuxube digel Çeçanê ku li wêrê eve nêzîkî 10 salane, serheldayêt cuda xazêt musilman şerê Mosko diken.

Li salêt vê dumahîyê, serheldayêt musilman li komarêt cyran li herêma qoqazê ya netena li bakura Rusya belavebuyne.

XS
SM
MD
LG