Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Surya dibêjit ya micide ku hêzêt xwe ji Libnanê vekêşit - 2005-02-24


Surya dibêjit ya micide ku hêzêt xwe ji Libnanê vekêşit. Cêgirê wezîrê derve Waleed al-Mualem dibêjit Surya dixazit bo cê bi cê kirina biryara vekêşana hêzêt xwe digel netewêt yêkgirtî hevkarîyê bike.

Îro karbidestê Surya gote rojnamevanan li Dimeşqê hindek vekêşan, ku ew dibêjitê vekêşana giring, berî nuka hatîye kirin. û got li paşerojê li duîv rêkeftina Tayif ya sala 1989 ya dinvbera Ereba dê hêşta hêzan vekêşit. Wî got di pêşda Libnanê pêtivîye hêzeka xurt û bihêz hebit hetaku hemî hêzêt Surya bêne vekêşan.

Surya ku pitir ji 1400 serbaz li Libnanê hene dibin sengî û giranîyeka navnetewey hatye danan.

Ewey 14 vê mehê ku serok wezîrê berê yê Libnanê Refîq el-Herîrî hatye kuştin.

Hikumeta Libnanê û piştevanêt wê yêt Surî bi rengekê berfireh bo kuştina el-Herîrî hatine tawanbar kirin. Lê herdû hikumet wê tawanê inkar û haşa dikin.

XS
SM
MD
LG