Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestekê Emerîkî dibêjit Osame bin Ladin li van dawîya ji Abû Miseb el-Zerqawî xwestîye hizra hêrişa dinav Emerîka de bike - 2005-03-01


Karbidestekê karubarên dijî tîrorê yê Emerîkî got rêberê el-Qaîde Osame bin Ladin li van dawîya têkelî digel tagirê xwe li Iraqê Abû Miseb el-Zerqawî kirine û jê xwestîye hizra hêrişa dinav Emerîka de bike.

Karbidestê nevya navê xwe eşkere bike got ew têkelî pêşveçoneka nuye belê razî nebû pitir hurikarîya eşkere bike.

Peyvdarekê wezareta parastina nîştimanî ya Emerîka Brian Roehrkasse got huşdarîya fermî ya nepenî sebaret agehîyan li demekê nuî hatîye kirin û ew agehî cihê bawerêne belê ne dest nîşan kirîne.

El-Zerqawî berpirsyarîya xwe ji jimareka hêrişan li Iraqê dyar kirye ji bilî revandin û ser birîna jimareka xelkê welatên rojava.

XS
SM
MD
LG