Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Milîtanên Felestînî hêriş kirine ser bingeheka polîsa li bajêrokê Nablus li Kenara Rojava - 2005-03-04


Milîtanên Felestînî hêriş kirine ser bingeheka polîsa li bajêrokê Nablus li Kenara Rojava ku bû egera teqekirinê ligel polîsên Felestînî.

Şahid dibêjin çend çekdaran îro heynî li dervey bingeheka polîsan teqe li polîsan kirin ku bû egera hindê polîs bersiva wan bidet û teqa li wan biket. Hatîye ragehandin ku bi layê kêmîve dû kes hatine biryndar kirin.

Ew çekdar ji desteya al-Adwa ne ku peywendî bi girupa Feteh ve heye ku girupa Serokê desthelatdarîya Felestînî Mahmoud Abbas e.

Hindek raportên jik cuda hene li ser egera şerê çekdaran. Yêk ji raportan dibêjit rêka milîtanekê nehatibû dan seredana birayê xwe yê desteser kirî biket, li demê ku raporteka dî ji zarê polîsan dibêjit ew desteye tûrebû jiber hindê ku polîsan yêk ji endamên wê qutabû li demê ku yê desteser kirîbû.

Serhatîya îro wan astengên li pêş rêzdar Abbas dyar diket li demê ku yê bizavê diket milîtana nehêlit û qanunê damezrînit.

XS
SM
MD
LG