Rehîna Italî Giuliana Sgrena ku li Iraqê hatîye berdan bi dirêjî behsê serhatîya xwe diket demê hêzêt Emirîkî teqe lê kirî û birîndar kirî û karmendekê agehîyan yê Italî hatîye kuştin. Belavnameka leşkirê Emirîkî dibêjit ew otombîla ku xanim Sgrena têda bu gelek bi lez birev xaleka vekolînê dihat û guh neda nîşanêt hoşdarîyê. Lê xanim Sgrena gote ragehandina Italî ku otombîla wê xoş nediçû û wê çi nîşan an tirîşkêt rawestanê nedîtin. Xanim Sgrena basê cêbîna hindê diket ku Emirîka bi mebest ew kirbîye armanc çunkî dijî hindêye ku danûstandin digel revankaran bête kirn.