Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Wezîrê Kosovo dest ji kar kêşana xwe da piştî ji alîyê Netewên Yêkgirtîve bi tawanên şerî hatî xetabar kirin. - 2005-03-08


Serok Wezîrê Kosovo Ramuş Haradînaj dest ji kar kêşana xwe da piştî ji alîyê Netewên Yêkgirtîve li Lahay hatî xetabar kirin bi tawanên şerî.

Berêz Haradînaj îro sêşembî ragehand ku ew dê ji desthelatê derkeve û ji xwe ber herte Holenda heta ruî biruî wê tawanê bibe. Karbidest li dadgeha Lahay tawanbar kirina wî pişt rast kirye, belê huyrkarîyên taybet nedane.

Dadgeh vekolînê digel berêz Haradînaj dike sebaret rolê wî weka rêberekê bizava gerîlaya Kosovo li ser demê şerê dawîya salên 1990 yan li herêma Sirbîya.

Karbidestên Sirbî wî xetabar dikin bi karên hovane dijî Sirbîyan. Derengîya sala borî, ew hat helbijartin weka serek wezîrê Kosovo.

Aştîparêzên bi rêberatîya NATO li Kosovo parastina herêmî zêde kirye wek bersiv jibo pêşveçonên dawî.

XS
SM
MD
LG