Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dozgerên Ukraynî jibo mirina rojnamevanekî lêkolîn li dijî Kuchma destpêdikin. - 2005-03-09


Dozgerên Ukraynî dibêjin ku ew dê lêkolînê li dijî serokê berê Leonid Kuchma vekin jiber mirina rojnamevanekî lêvekol î berî bi pênc salan.

Karbidest wê pirsan bikin di derheqê Georgy Gongadze, rojnemevanê internetê ku di derheqê hukumeta Kuchma da rexneyan dinivîsand.

Roja pirskirine hêjî kifş nebuye.

Rojnamevan, meha îlona sala 2000'an de winda bubu u piştî hundabuna wî bi çend heftîyan termê, ku serjêkirîbû, hate dîtin.

Zilamekî ku nobetdarê Kuchma buye dibêje ku şikra dema ku rojnamevan dihate kuştin, ewî xeberdanên di navbera wan de bi dizî tomar kiriye.

Serokê berê, vê sucdarîya di derheqê mirina birêz Gongadze înkar dike.

Roja îna buhurî, Yurî Kravchenko ê ku di dema Kuchman'de wezîrê hundurîn bu, berî bi çend seatan ku di lêkolîna dijî Kuchman'de jê pirs bêne pirsîn, dibêjin ku xwe kuştîye.

XS
SM
MD
LG